Li Îranê şer: Pêvçûn berfireh dibe, Ehmedî Nejad hate kuştin
Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, pevçûnên li herêmê gihîştin asteke nû. Di navbera Îran, Îsraîl û welatên Kendavê de êrişên berdewam dikin û hejmara miriyan zêde dibe.
Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, pevçûnên li herêmê gihîştin asteke nû. Di navbera Îran, Îsraîl û welatên Kendavê de êrişên berdewam dikin û hejmara miriyan zêde dibe.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê, roja Şemiyê 28ê Sibatê bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Epic Fury” dest bi bombebarkirina Îranê kirin.
JI PASDARAN ÊRIŞEKE NÛ YA BERFIREH
Supaya Pasdarên Îranê, roja Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku di çarçoveya operasyona “Vada Rastî 4” de pêla heftemîn û heştemîn a êrîşê dane destpêkirin. Der barê armancan de agahiyên berfireh nehatin dayîn, lê hat diyarkirin ku êrîş “berfireh” in.
KEŞTIYA BALAFIRAN A DYA’YÊ HATE ARMANCGIRTIN
Artêşa Pasdaran, bi zêdebûna rageşiyê re daxuyanî û dîmenên ku îdia dikin keştiya balafiran a DYA’yê USS Abraham Lincoln armanc girtine, parve kirin. Ev keştî di meha Rêbendanê de li Rojhilata Navîn hatibû bicihkirin û wekî sembola hebûna leşkerî ya li herêmê tê dîtin.
Lê belê, aliyê Îsraîl an jî DYAyê ev îdia bi fermî piştrast nekir; berovajî vê yekê, hêzên DYAyê ragihandin ku wan firokeyeke bêmirov (AHB) ya çêkirî ya Îranê ku nêzî keştiyê dibû, xistine xwarê.
LI DIBISTANA HATIBÛ ARMANCGIRTIN HEJMARA MIRİYAN DERKET 148'AN
Hat ragihandin ku di êrîşa li ser dibistana seretayî ya keçan a li bajarê Mînab ê ser bi parêzgeha Hormuzgan a li başûrê Îranê de, hejmara miriyan derketiye 148an û 95 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku piraniya birîndaran xwendekar in.
Artêşa Îsraîlê jî parast ku agahiyeke wan li ser êrîşeke li ser wî xalî nîn e û diyar kir ku operasyonên wan bi awayekî “gelekî hesas” tên meşandin.
ÎSRAÎL: 40 FERMANDARÊN ASTBILIND HATIN KUŞTIN
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji roja Şemiyê vir ve 40 rayedarên leşkerî yên Îranî yên astbilind hatine kujtin. Di daxuyaniyê de her wiha hat îdiakirin ku pergalên parastina asmanî yên li herêmên rojava û navendî yên Îranê bi piranî hatine “têkbirin” û rêya serweriya asmanî ya li ser asmanê Tehranê hatiye vekirin.
EHMEDÎNEJAD JÎ HATE KUŞTIN
Hat ragihandin ku Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di êrîşeke asmanî de li Tehranê jiyana xwe ji dest daye. Nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a Ilna ya Îranê ve hat ragihandin.
Hê jî hûrguliyên der barê mirina Ehmedînejad de nehatine parvekirin û ji aliyê meqamên fermî ve daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn ka armanca êrîşê ew bi xwe bû an na.
LI ÎSRAÎLÊ ÊRIŞA MÛŞEKAN: 9 MIRÎ
Di êrîşên tolhildanê yên Îranê de, li navenda Îsraîlê avahiyek rasterast bi fûzeyê hat lêdan û di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest da. 28 kes birîndar bûn û hat ragihandin ku rewşa du kesan giran e.
WELATÊN KENDAVÊ DI ARMANCÊ DE NE
Di êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê de:
WELATÊN KENDAVÊ BI LEZGÎNÎ DICIVIN
Wezîrên karên derve yên Konseya Hevkariya Kendavê (Erebistana Siûdî, Kuweyt, Oman, Behreyn) biryar girtin ku ji bo “bersiveke hevpar” a li dijî êrîşên Îranê civîneke online pêk bînin. Erebistana Siûdî her wiha Balyozê Îranê yê li Riyadê bang kir Wezareta Karên Derve.
OPEC+ WANEYA PETROLÊ VEKIR
Ji ber ku şer bandoreke giran li bazarên enerjiyê kir, Erebistana Siûdî, Rûsya û endamên OPEC+ kotaya hilberîna petrolê ji bo meha Nîsanê rojê 206 hezar bermîl zêde kirin. Ev zêdebûn ji bendewariyên bazarê zêdetir bû.
Lê belê li gorî pisporan, eger sewkiyata petrolê ya di Tengava Hurmizê de raweste, dibe ku ev gav têra rêgirtina li zêdebûna bihayê petrolê neke.